2016 ж. 31 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 04 сәуір
GAZİANTEP
Berhemên ji camê hatine çêkirin li Tirkiyeyê cara ewil di Muzeya Berhemên ji Camê ya Medûsa Arkeolojîkê de hatin pêşkeşkirin.
Berhemên ji sedsala 2yemîn û 3yemîn mane jî di muzeyê de ne û welatî gelek eleqeyê nîşanî berhem û muzeyê didin.
Li Gazîentabê 3 xaniyên kevn ên li texma Kela Entabê hatin restore kirin. Piştî restorasyonê ew der bû Muzeya Berhemên ji Camê ya Medûsa Arkeolojîkê û li wê derê berhemên dîrokî yên ji camê tên pêşkeşkirin.
Gelek, gustîlk, bazin, xişir û berhemên cam ên ku ji gor û lahîtan heyama sedsala 2yemîn û 3yemîn mane hatine derxistin li muzeyê raxistine pêş çavan û bala mirov dikşînin ser xwe.
Di muzeyê de 7 hezar berhemên ku cam jî di nav de ji zêr, zîv, xweliya sor û tûnc hatine çêkirin û aîdê dema Roma, Bîzans û Îslamê ne hene.
Berpirsê Muzeya Berhemên ji Camê Arkeolog Gokhan Kose daxuyanî da nûçegihana AAyê û diyar kir ku berhemên di muzeyê de herî kêm keda 20 salî ne.
Kose der barê heyama berheman de agahî da û destnîşan kir ku salê nêzî 25 hezar ziyaretvan tên muzeyê û li berhemên ku piraniya wan ji camê hatine çêkirin û keda çav û destan e mêze dikin.