09 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Daketina bihayê grama zêr dewam dike.
Hefteya borî ji ber kêmbûna rîskê teleba li hemberî zêr zêde bû û ji ber vê jî bihayê grama zêr bi 132,7 lireyî va gihîşt asta herî jor. Lê di vê hefteya nû da daketina bihayê grama zêr ji duh va dewam dike.
Zêrê ku grama wî hefteya borî bi 132,7 lireyî dihat firotin niha bi 127,8 lireyî tê firotin.
Li Bazara Sergirtî ya Stenbolê zêrê çaryek bi 209 lireyî û zêrê Cumhuriyetê jî bi 850 lireyî tê firotin. Onsa zêr jî ji sedî 0,2 daket û bû 1.332 dolar.