ANKARA
Lijneya Kontrolkirinê û Verastkirinê ya Bankavaniyê (BDDK) biryara ku destûr nedida bi kartên krediyê ve zêr û gewher bên stendin rakir. Bi vê verastkirinê ve êdî zêr û gewher dê 4 teksîtan bên stendin.
"Rêziknameya der barê Kartên Bankayan û Kartên Krediyan de Guherîn Kir" di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor vê, êdî zêr û gewher dema ku hatin stendin herî zêde heta 4 mehan dê bikaribin texsît bên kirîn. Ev verastkirin ne ji bo kartên krediyê yên saziyan e.