Tirkiye

Wezîr Yerlikaya ragihand, li Wanê 88 kîlogram zêrê kulçe yê qaçax hat qefaltin

Fatma Sevinç Çetin  | 17.03.2024 - Rojanekırın : 18.03.2024
Wezîr Yerlikaya ragihand, li Wanê 88 kîlogram zêrê kulçe yê qaçax hat qefaltin

Ankara

ANKARA (AA) - Wezîrê Karên Navxweyi Ali Yerlikaya ragihand, li Wanê di Operasyona Ayar-2 da ya dijî qaçaxçîtiya zêran hat kirin, 88 kîlogram zêrê kulçe yê bi qaçaxî derbasî welêt kirine, hat qefaltin.

Wezîr Yerlikaya di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir, di kordîneya Serdozgeriya Komarê ya Wanê û Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê da li dijî qaçaxçîtiyê operasyon hat kirin.

Yerlikaya bal kişand, di operasyonê da li navçeya Edremîtê di lêgerîna wesayîtekê da 88 heb zêrê kulçe yê 24 eyar ê her yek jê kîlogramek giran hatin qefaltin ku nirxê wê yê piyaseyê qedera 215 milyon lîre ye.

Wezîr Yerlikaya destnîşan kir ku di operasyonê da berşikek jî hat qefaltin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın