31 Gulan 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
ANKARA
Îxracata Tirkiyeyê di meha nîsanê da li gor heman meha sala par ji sedî 10,2 kêm bû û dakete 11 milyar û 983 milyon dolarî. Îtxalat jî ji sedî 11,9 kêm bû û dakete 16 milyar û 190 milyon dolarî.
Daneyên berwext ên der barê bazirganiya bi derva ra yên meha nîsanê yên ku bi destê Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê û Wezareta Gumrig û Bazirganiyê hatine amadekirin hatin eşkerekirin.
Li gor daneyan, îxracata Tirkiyeyê di meha nîsanê da li gor heman meha sala par ji sedî 10,2 kêm bû û dakete 11 milyar û 983 milyon dolarî. Îtxalat jî ji sedî 11,9 kêm bû û dakete 16 milyar û 190 milyon dolarî. Di nîsanê da ferqa navbera bazirganiya bi derva ra jî ji sedî 16,3 kêm bû û dakete 4 milyar û 207 milyon dolarî.
Daneyên îtxalat û îxracatê dema ku didin ber hev rêja di nîsana sala par da ji sedî 72,7 bû û di heman meha îsal da gihîşte ji sedî 74an.
- Heyama rêbendan-nîsanê
Di heyama 4 mehên salê yên ewil da îxracat li gor heman dema sala par ji sedî 7,4 kêm bû dakete 46 milyar û 681 milyon dolarî. Îtxalat jî li gor heman dema sala par ji sedî 10,9 kêm bû dakete 62 milyar û 975 milyon dolarî. Ferqa navbera bazirganiya bi derva ra jî ji sedî 119,7 kêm bû û dakete 16 milyar û 294 milyon dolarî.