Nihat Kavşut
2017 ж. 03 мамыр•Rojanekirin: 2017 ж. 03 мамыр
NEW YORK
Appleê ji bo heyama rêbendan û adarê destnîşan kir ku kara net û dahata wê zêde bûye.
Li gor daxuyaniya Appleê di heyama rêbendan û adarê da li gor heman heyama sala par kara net û dahata şirketê ji sedî 4,5 zêde bû û derket 52,9 milyar dolarî.
Hat diyarkirin piraniya dahata Appleê ji sedî 65 ji firotinên navneteweyî tê.
Wek mayîn kara net a şirketê li gor heman heyama sala par ji sedî 4,8 zêde bû û derket 11 milyar dolarî.