Ferizat Kaya
2017 ж. 02 мамыр•Rojanekirin: 2017 ж. 03 мамыр
ANTALYA
Li Antalyayê hejmara turîstên ku di meha nîsanê da bi rêhewayê hatin, li gorî nîsana sala çûyî ji sedî 37 zêde bû û gihaşt 526 hezar û 349an.
Li gorî daxuyaniya walîtiya Antalyayê di meha nîsanê da hejmara turîstên hatin balafirgehên Antalya û Gazîpaşa-Alanyayê weke 526 hezar û 349 hat qeydkirin. Sala çûyî di meha nîsanê da 384 hezar û 72 turîst hatibûn. Li gorî van agahiyan hejmara turîstan ji sedî 37 zêde bû.
Hejmara turîstên bi rêhewayê hatin bajêr di meha nîsanê da li gorî salên berê 12 hezar û 517 kes zêde bû û gihaşt 864 hezar û 28an.
- Hejmara turîstên rûs ji sedî hezar û 455 zêde bû
Di meha nîsanê da hejmara turîstên rûs gelekî zêde bû. Sala çûyî hejmara turîstên ji Federasyona Rûsyayê hatibûn 12 hezar û 144 bû, ev hejmar îsal di meha nîsanê da gihaşt 188 hezar û 914an. Li gorî daneyan hejmara turîstên rûs ji sedî hezar û 455 zêde bû.
Her wiha hêjmara turîstên ji welatiyên wek Qazaxistan, Qirxizistan, Koreya Başûr, Qatar, Misrê hatinê jî ji sedî 320 zêde bû.