Li Antalyayê wesayîta ku xebatkarên Anadolu Agencyê (AA) tê de bûn û ji çêkirina nûçeyê dihat qelibî şerampolê û di qezayê de nûçegihanê wêneyan û kameram birîndar bûn.
Wesayîta bi plaqeya 34 LB 5587 ku Bekir Bektaş diajot û ji Mala Çavdêriyê ya Neteweyî ya TUBÎTAKê ji çêkirina nûçeyan dihat, li texma Bakirlitepeyê qelibî şerampolê.
Di qezayê de nûçegihanê wêneyan Mustafa Çîftçî û kameraman Bekir Bektaşê ku li Midûriyeta Herêmê ya Antalyayê ya AAyê wezîfedar in, birîndar bûn.
Çîftçî bi firokeyê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenizê û Beştaş jî bi ambulansê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Antalyayê.
Hat destnîşankirin ku rewşa Çîftçî û Beştaş baş e.