2015 ж. 03 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 03 қараша
SÎVAS
Li Yildizeliya navçeya Sewasê qezaya trafîqê çêbû û 6 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, minîbêsa ku pleqeya wê 50 AR 975 e û Mahmut Ayakanli diajot li ser rêya Sêwas û Enqereyê wergeriya.
Di qezayê de ajokar Aykanli û Ahmet Zorba, Tuncay Aydin, Mustafa Aydin, Kenan Çakir û Dursun Yalçin birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Yildizeliyê. Ji birîndaran Tuncay Aydin sewqî Sewasê kirin.
Derket holê ku kesên ku birîndar karker in û ji Orduyê ji bo xebatê hatine Nevşehirê.