2015 ж. 03 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 04 қараша
BITLÎS
Li Hîzana navçeya Bidlîsê ji bo ku rê li ber çalakiyên rêxistina terorê PKKyê bên girtin di eraziyan de lêgerîn hat kirin. Di xebatê de muhîmata dijetanka roketavêjê û fîşengên sewqê hatin bidestxistin.
Walîtiyê daxuyand ku di demên dawîn de çalakiyên rêxistina terorê zêde bûn. Tîmên Ewlehiya Hîzanê ji bo ku rê li ber çalakiyan bigrin li çol û bestan û eraziyan lêgerîn kirin.
Li taxa Yeşîlovayê 2 muhîmatên dijetank ên roketavêjê û fîşengên sewqê hatin bidestxistin.
Ji bo ku endamên rêxistinê bên girtin xebat dewam dikin.