2015 ж. 02 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 03 қараша
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nimêja xwe ya sibê li mizgefta Eyup Sultan kir û pişt re daxuyanî da rojnamevanan.
Erdogan der barê encama hilbijartinê de axivî û wiha got: "Îradeya neteweyî ji 1ê mijdarê pê ve ji hêla îstiqrarê ve tecellî kir. Ew geşedanên ku di wê dema kin de çêbûn nîşan da ku ji bilî îstiqrarê rê tune û ev biryar hat dayîn. Ez ji Xwedayê xwe dixwazim ku ev encama ku derketiye holê ji bo gelê me, ji bo welatê me li ser xêrê be."
Li ser pirseke rojnamevanekî ya "Encamên hilbijartinê suprîz e an na?" Erdogan got ku vê pêvajoyê di 7ê hezîranê de dest pê kiriye û ji ber ku koalîsyon çênebûye dîsa hilbijartin çêbû.
Serokomar Erdogan spasiya gel kir û wiha dewam kir: "Daxwaza min a herî mezin ji gelê me ew e ku bila bibin yek, bila em mezin bibin, bila em bibin bira û em înşallah bi hev re bibin Tirkiye. Hûn dibînin dema ku em ji rojhilatê heta herî rojavayê, ji bakur heta herî başûr li welatê xwe xwedî dernekevin, lîstikên mezin tên lîstin. Min her tim tiştek got 'yek gel', 'yek ala', 'yek welat', 'yek dewlet'. Ev her çar serenav ji bo me bingehînin û bê van nabe. Yanî divê em van çar serenavan dewlementir bikin, xurttir bikin û li van xwedî derkevin ku lîstikên li ser welatê me tên lîstin têk biçin."
- "Hûn çima rêzê nîşanî ji sedî 52an nadin?"
Li ser pirseke rojnamevanekî ya "weşana derveyî welêt digot ray nedin Erdogan, lê gelek kesên ku rayên xwe dane AK Partiyê gotin ku Tayyîp Erdogan tekoşîneke neteweyî dide û divê em piştgiriyê bidin wî. Niha em dikarin bibêjin destê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bêtir xurttir bû?" Erdogan got ku divê hemû dinya rêzê nîşanî encamên hilbijartinê bide û wiha axivî:
"Gelo çima medyaya dinyayê evqas eleqeyê nîşanî welatê me dide û bi welatê xwe re eleqedar nabe? Çima rêzê nîşanî îradeya neteweyî nadin? Em bibêjin îradeya neteweyî Erdogan ji sedî 52 ve Serokomar hilbijart, lê çima ew ji wê roja hat hilbijartin heta îro rêzê nîşan nedan. Ya ku balkêş ev e. Vê pirsê ji wan bipirsin. Divê mirov ji wan bipirse nêrîna we ya demokrasiyê ev e* Hûn çima rêzê nîşanî ji sedî 52an nadin?
Erdogan got ku encamên teqez wê di nav çend rojan de bê eşkerekirin û wiha axivî: "Ez bi taybetî spasiya gelê xwe dikim. Ez li ser navê gelê xwe, li ser navê şexsê xwe spas dikim. Duh êvarê ew coşa mezin a ku li giştiyê welêt çêbû, nîşan dide ku welatê me ji hêla demokrasiyê ve gihîştiye asteke çawa. Niha li Tirkiyeyê partiyek qasî ji sedî 50 ve bû desthilat. Li gor daxuyaniya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a duh êvarê, encamên teqez wê di 17ê mehê de bên eşkerekirin. Lê niha dema ku em encamên berwext dinêhêrin em dibînin ku ev rêje ji sedî 50 xuya dike. Rayên ku li derveyî welêt hatine bikaranîn jî li ser zêde bibe, wisa zen dikim ku wê bi giştî eşkere bibe û YSKyê encamê diyar bike. Ji ber vê divê hemû dinya rêzê nîşanî vê bide. Min dît ku di giştiyê dinyayê de ev tevgera kamilbûnê tune."
Erdogan destê welatiyan girt û bi wan re demekî sohbet kir.
Pişt re Erdogan çû goristana Karacaahmet û li wir qebra bav û dayika xwe ziyaret kir.