Türkan Tosun
2017 ж. 02 тамыз•Rojanekirin: 2017 ж. 02 тамыз
NEW YORK
Appleê ji bo heyama nîsan û hezîranê destnîşan kir ku kara net û dahata wê li gor heman heyama sala par zêde bûye.
Li gor daxuyaniya Appleê di heyama nîsan û hezîranê de kara net û dahata wê li gor heman heyama sala par ji sedî 7,1 zêde bû û derket 45,4 milyar dolarî.
Hat diyarkirin piraniya dahata Appleê ji sedî 61 ji firotinên navneteweyî tê.
Ji bilî vê kara net a şirketê li gor heman heyama sala par ji 7,8 milyar dolarî derket 8,7 milyar dolarî, ji sedî 11,5 zêde bû.
- Firotina îPhone û îPadê zêde bû
Di daxuyaniyê de hat gotin firotina telefonên îPhoneê, komputerên Mac û tabletên îPadê jî sal bi sal zêde dibin.
Li gor vê di heman heyamê de firotina îPhoneê ji sedî 1,5 zêde bû û bû 41 milyon û 26 hezar.
Firotina îPadê ji ji sedî 14,8 zêde bû û bû 11 milyon û 424 hezarî.
Ji bo firotina komputerên Mac jî hat gotin ji sedî 0,9 zêde bû û 4 milyon û 292 hezarî.