Sevim Hatun
2017 ж. 02 тамыз•Rojanekirin: 2017 ж. 02 тамыз
ÎSTANBUL
Li Borseya Stenbolê endeksa BIST 100î di destpêka rojê da ji sedî 0,18 zêde bû û bi 106.343,24 pûanan va dest pê kir.
Di vebûna borseyê da endeksa BIST 100î 195,81 pûan zêde bû, endeksa bankavaniyê ji sedî 0,16, endeksa holdîngê ji sedî 0,26 zêde bû. Endeksên hemû sektoran da qezenckirin, herî zêde jî ji sedî 0,27an va endeksa sporê zêde bû.
Ji ber ku kurên dowîz duh daketin, endeksa BIST 100î heta 108.000 pûanî zêde bû. Ber bi êvarê li gor girtina herî dawî ji sedî 1,29 zêde bû û bû 106.147,43 pûan.