İbrahim Atmaca
18 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Li Borseya Stenbolê endeksa BIST 100î di destpêka hefteyê da bi qezenca ji sedî 0,44 bi 109.812,25 pûanan dest pê kir.
Di vekirinê da endeksa BIST 100î 482,08 pûan zêde bû, endeksa bankevaniyê ji sedî 0,52, endeksa holdîngê ji sedî 0,37 zêde bû. Di nav endeksên sektoran da ya herî zêde qezenc kir ji sedî 1.05an va sektora madenkariyê, ya ku herî zêde kêm bû jî ji sedî 0,40î va sektora înşaatê ye.
Endeksa BIST 1000î roja înê di navbera 109,000 û 110,000î da diçû û dihat û li gor roja beriya xwe ji sedî 0,31 kêm bû û bi 109.330,17 pûanan va temam bû.