ANKARA
Aboriya Tirkiyeyê di çaryeka duyemîn a îsal de ji sedî 2,1 mezin bû.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (SÎT) encamên Dahata Nesafî ya Hasilaya Nav Welêt (GSYH) ên çaryeka duyemîn a îsal eşkere kir.
Li gor vê rêbaza hilberînê çaryeka duyemîn a 2014an li gor heman dema sala par bi bihayên sabit ji sedî 2,1 zêde bû û bû 30 milyar û 803 milyon lîre, bi bihayên carî jî ji sedî 9,7 mezin bû û bû 423 milyar û 921 milyon lîre.
Di çaryeka duyemîn a 2014an de bihayên cariyê yên pîşeya îmalatê ji sedî 12,3 zêde bû û bû 69 milyar û 305 milyon lîre, bihayên sabit jî ji sedî 2 mezin bû û bû 7 milyar û 835 milyon lîre, bihayên cariyê yên xebatên fînans û sîgorteyê jî di vê demê de ji sedî 8 zêde bû û bû 12 milyar û 545 milyon lîre, bi bihayên sabit jî ji sedî 7,1 mezin bû û bû 3 milyar û 710 milyon lîre.