Hat ragihandin ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê ji bo ku ji qeyrana aboriyê xilas bibe 4 milyar dolar xerc kiriye.
Serokê Komîsyona Malî û Ekonomiyê ya Parlementoya Herêma Kurdistanê Dr. Îzzet Sabir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Hikûmeta herêma Kurdistanê di serê sala 2014an de ji bo bikaribe ku mehaneyên karmendan bide, 2 milyar dolar deyn sitand. Di dawiya salê de jî ji bo hewceyiyan pêk bîne 2 milyar dolarê din deyn sitand. Lêbelê hikûmetê tenê bi qasî 2 milyar dolarî neft firot. Ji ber ku dahat tunebû, mecbûr ma ku deyn bistîne."
Sabir da zanîn ku 500 milyon dolarî deynê ji bankayên taybet ên li Tirkiyeyê sitandin û dora 3 milyar dolarî jî ji fîrmayên herêmî peyda kirin.
Sabir diyar kir ku li herêma Kurdistanê qeyrana aboriyê ya 22 salên dawîn diqewime û wiha axivî: "Hikûmeta navendî ji adara 2014an heta niha ji sedî 17yê para herêma Kurdistanê ya ji budçeya Iraqê birî. Ji ber vê yekê herêma Kurdistanê cara ewil salekê bê budçe derbas kir. Êrîşên DÎŞIya rêxistina terorê jî bû sedema mezinbûna qeyrana aboriyê."
Sabir got ji bo ku ji qeyranê xilas bibin ji sala 2015an zêde hêvîdar nîne û qal kir ku ji ber bihayên nefyê yên ku kêm bûn budçeya Iraqê li gor sala borî 50 milyar dolar kêm bû û 100 milyar dolar paş ket.
Sabir got ku birêvebiriya herêma Kurdistanê para xwe ya ji budçeyê da aliyekî û destnîşan kir ku zehmet e ku birêvebiriya Herêma Kurdistanê di demeke kurt de ji vê qeyranê xilas bibe û wiha axivî:
"Dema mirov xerckirinên leşkerî yên ku di têkoşîna bi DÎŞIyê re de hatin kirin bide ber çavan para ku dê ji bo veberhênan û deynan hatibû veqetandin dê kêm bibe. Ji sedî 95ê budçeya Iraqê dahata wê ji neftê tê bidestxistin. Ji ber ku ji bo aboriyê tu çavkaniyên din tunin sala 2015an dê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê zehmet be."
Sabir da zanîn ji bo ku Herêma Kurdistanê ji qeyrana aboriyê xilas bibe herî kêm 10 milyar dolar hewce dike û got ku berî niha bêkarî wek ji sedî 7 hatibû diyarkirin û di sala nû de ev jimar derket ji sedî 10î."