MÛŞ
Li dibistana gundê Yemîşena Kopa navçeya Mûşê pola înformatîk ya ku ji 15 kesan pêk tê hat vekirin.
Bi hewldanên Zeynep Kalintaşa mamosteya înformatîk û teknolojiyê bi destê Şaxa Kopê ya Bankeya Ziraetê pola înformatîk ya ku ji 15 kesan pêk tê hat vekirin.
Qaymeqamê Kopê Omer Şahîn beşdarî vekirina pola înformatîk û pirtûkxaneya dibistanê bû û sipasiya kesên ku keda wan tê da heye kir.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê ya Kopê Deniz Edîp ji ber hewldanên wê sipasiya Kalintaşê kir.
Piştî axaftinan Şahîn, Edîp û Midûrê Şaxê Veysî Bora pola înformatîk û pirtûkxaneyê vekirin.