Önder Beyter
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
ANKARA
Endeksa hilberîna pîşesaziyê ya neparzûnkirî di mijdara 2017an da li gorî heman meha sala beriya wê ji sedî 6,9 zêde bû û derket 145,6an.
Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) endamên endeksa hilberîna pîşesaziyê yên meha mijdarê eşkere kirin.
Li gorî vê, endeksa hilberîna pîşesaziyê ya neparzûnkirî par di meha mijdarê da li gorî heman meha sala beriya wê ji sedî 6,9 zêde bû. Endeksa ku di meha mijdarê da wekî 145,6 hat hesabkirin, di heman meha sala 2016an da jî di asta 136,2an da bû.
Di sektorên baskên xwarê yên pîşesaziyê yên dervayî bandora demsal û salnameyê da jî di meha mijdarê da endeksa kankerî û ocaxên keviran li gorî meha pêşiyê ji sedî 3,2 zêde bû, endeksa sektora pîşesaziya îmalatê jî neguherî.
Di sektorên baskên xwarê yên pîşesaziya dervayî bandora salnameyê da jî endeksa kankerî û ocaxên keviran li gorî mijdara 2016an ji sedî 5,9 zêde bû, endeksa sektora pîşesaziya îmalatê jî ji sedî 7,1 zêde bû.
Di sektorên sereke yên pîşesaziya dervayî bandora demsal û salnameyê da jî di mijdarê da li gorî meha pêşiyê bi 3,2yan va herî zehf zêdebûn di sektora kankerî û ocaxên keviran da pêk hat.