15 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2016
ANKARA
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha îlonê da li gorî heman serdema sala par puanek hevraz bû û derket asta ji sedî 11,3yan. Di vê serdemê da hejmara bêkaran 420 hezar kes zêde bû û bû 3 milyon û 523 hezar kesî.
Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza şixulê ya meha îlonê eşkere kir.
Li gorî vê li tevahiya Tirkiyeyê di kesên 15 salî û jê jortir da hejmara bêkaran, di meha îlonê da li gorî heman serdema sala borî 420 hezar kes zêde bû û gihîşt 3 milyon û 523 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê jî puanek hevraz bû û derket asta ji sedî 11,3yan.
Rêjeya bêkariyê jî di meha îlonê da li gorî meha pêşiyê neguherî. Rêjeya navborî di meha tebaxê da jî di asta 11,3yan da bû.
Di îlonê da bêkariya dervayê çandiniyê 1,3 puan hevraz û wekî ji sedî 13,7 hat pêşbînîkirin.
Li gorî daneyên TUÎKê, rêjeyên bêkariyê yên li gorî meh û salan a di navbera 2010-2016an da wiha çêbûn:
| 2010 | 2011 | 2012 | 2013 | 2014 | 2015 | 2016 |
| Rêbendan | 13,6 | 11,1 | 9,3 | 9,7 | 10,3 | 11,3 | 11,1 |
| Sibat | 13,5 | 10,7 | 9,6 | 9,7 | 10,2 | 11,2 | 10,9 |
| Adar | 12,8 | 10,1 | 9,1 | 9,4 | 9,7 | 10,6 | 10,1 |
| Nîsan | 11,3 | 9,3 | 8,2 | 8,7 | 9 | 9,6 | 9,3 |
| Gulan | 10,3 | 8,9 | 7,6 | 8,2 | 8,8 | 9,3 | 9,4 |
| Hezîran | 9,9 | 8,7 | 7,3 | 8,1 | 9,1 | 9,6 | 10,2 |
| Tîrmeh | 9,9 | 8,6 | 7,6 | 8,6 | 9,8 | 9,8 | 10,7 |
| Tebax | 10,6 | 8,5 | 8 | 9 | 10,1 | 10,1 | 11,3 |
| Îlon | 10,6 | 8,2 | 8,3 | 9,2 | 10,5 | 10,3 | 11,3 |
| Cotmeh | 10,5 | 8,4 | 8,3 | 9,1 | 10,4 | 10,5 | |
| Mijdar | 10,2 | 8,4 | 8,6 | 9,3 | 10,7 | 10,5 | |
| Berfanbar | 10,6 | 9 | 9,3 | 9,6 | 10,9 | 10,8 | |
| Salane | 11,1 | 9,1 | 8,4 | 9 | 9,9 | 10,3 |
|