Lijneya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (LÎT) "Îstatîstikên xebatkarên malê" ya meha sibatê parve kir. Li gor rêjeyê hejmara kesên ji 15 salî û jê berjortir in û dixebitin 24 milyon û 999 hezar e û rêjeya îstihdamê jî ji sedî 44,1 bû.
Di vê heyamê de hejmara kesên ku di qada çandiniyê de xebitîn 5 milyon û 55 hezar bû û kesên ku di qadên din de jî xebitîn 19 milyon û 944 hezar bûn.
Li hemû Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar yên 15 salî û jê berjortir in, di meha sibata 2014an de 2 milyon û 825 hezar bû û rêjeya bêkariyê jî ji sedî 10,2 pêk hat.