2015 ж. 10 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 11 қараша
ANKARA
Têkoşîna dijî bêkariyê hê jî di rojeva welatên G-20î de weke mijareke sereke cî digire.
Ji ber ku krîza kurewî li ser îstixdamê tesîreke neyênî dike, vêga jî têkoşîna dijî bêkariyê yek ji mijarên sereke yên zîrveya G20î ya ku dê di serokatiya serdemê ya Tirkiyeyê de bicive, ye. Di zîrveya par da gaveke teze hatibû avêtin û ji bo ku jin jî tevî karbeşiyê bibin koma Woman-20 (W20) hatibû avakirin.
Li gorî pêzanîna ku peyamnerê AAyê ji daneyên Banqeya Dinyayê û Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî berhev kir, di nava G20î de rêjeya herî nizm a bêkariyê ji sedî 3,4ê va ya Japonyayê ye ku ev welat jî sêyemîn mezintirîn aboriya dinyayê ye, li dû Japonyayê ji sedî 3,5ê va Koreya Başûr tê û li dû wê jî ji sedî 4,5ê va Meksîka cihê xwe digire.
Li DYAya ku xwedan mezintirîn aboriya dinyayê ye jî, piştî krîza 2008an vir ve cara ewil di cotmehê de dakete ji sedî 5an. Li Çîna ku duyemîn mezintirîn aboriya dinyayê ye jî rêjeya bêkariyê di asta 4,05ê da ye.
Li welatên BRICS Brezîlya, Çîn, Rûsya, Hindistan û Efrîqaya Başûr ên ku wekî 5 aboriyên ku bilez bi pêş dikevin tên zanîn rêjeya bêkariyê di asta ji sedî 9ê da diçe û tê. Di nava G-20î de rêjeya herî bilind a bêkariyê jî ji sedî 25,5ê va li Efrîqaya Başûr e. Li dû Efrîqaya Başûr ji sedî 11,8an va Îtalya, ji sedî 10,8an va Herêma Ewroyê û ji sedî 10,3yan va jî Fransa tê.
Li Tirkiyeyê jî ji tîrmehê û şûnde rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,8.
Li gorî texmîna Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî li dinyayê zêdetirî 200 milyonî mirov bêkar e.
Li welatên G-20î rêjeyên bêkariyê wiha ne:
| | Welat | Rêjeya Bêkariyê (%) |
| 1 | Japonya | 3,4 (Îlon 2015) |
| 2 | Koreya Başûr | 3,5 (Îlon 2015) |
| 3 | Almanya | 4,5 (Îlon 2015) |
| 4 | Meksîka | 4,5 (Îlon 2015) |
| 5 | Çîn | 4,05 (Çaryeka sêyemîn 2015) |
| 6 | Hindistan | 4,9 (2013) |
| 7 | DYA | 5 (Cotmeh 2015) |
| 8 | Rûsya | 5,2 (Îlon 2015) |
| 9 | Îngiltere | 5,4 (Tebax 2015) |
| 10 | Erebistana Siûdî | 5,7 (Çaryeka çaremîn 2014) |
| 11 | Endonezya | 5,81 (Çaryeka ewil 2015) |
| 12 | Awistralya | 6,2 (Îlon 2015) |
| 13 | Arjantîn | 6,6 (Çaryeka duyemîn 2015) |
| 14 | Kanada | 7,0 (Cotmeh 2015) |
| 15 | Brezîlya | 7,6 (Îlon 2015) |
| 16 | Tirkiye | 9,8 (Tîrmeh 2015) |
| 17 | Fransa | 10,3 (Çaryeka duyemîn 2015) |
| 18 | Herêma Ewroyê | 10.8 (Îlon 2015) |
| 19 | Îtalya | 11,8 (Îlon 2015) |
| 20 | Efrîqaya Başûr | 25,5 (Çaryeka sêyemîn 2015) |