2015 ж. 10 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 11 қараша
ANKARA
Serokê Gişkî yê Yekîtiya Odeyên Zîraeta Tirkiyeyê (TZOB) Şemsî Bayraktar diyar kir ku di îlonê da li gor meha tebaxê hejmara motoran 4 hezar û 697 heb zêde bû û xwe gihande milyonek û 673 hezar û 732yan.
Bayraktar di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ku di meha îlonê da hejmara motorên li Manisayê bû 79 hezar û 868an û bi hejmarê va li Tirkiyeyê herî zêde motor li Manisê hene li pey vê derê jî bi 79 hezar û 538 motoran va di rêza 2yan da Qonya cî digirê, bi 58 hezar û 498 motoran va Balikesîr jî di rêza 3yan da ye.
Bayraktar eşkere kir ku li pey van herdu bajaran li gor hejmara motoran di rêzê da Îzmir (58 hezar û 290), Bûrsa (57 hezar û 665), Enqere (49 hezar û 463) û Erdexan (48 hezar û 91) hene û ev cara ewil e ku li Edirneyê hejmara motoran ji 30 hezarî, li Ispartayê jî ji 20 hezarî derbas dibe.
- Hejmara motoran herî zêde li Qonyayê zêde bû
Bayraktar diyar kir ku di meha îlonê da di hejmara motoran da Edeneyê ji Samsûnê, Gazîentabê ji Tekirdaxê, Kirşehirê jî ji Qeremanê derbas kir. Hejmara motoran di mehekê da li Qonyayê 300, li Îzmirê 176, li Gazîentabê 167 û li Enqereyê jî 162 heb zêde bûn.
- Di salekî da 67 hezar û 349 motor lê zêde bûn
Bayraktar destnîşan kir ku di îlona îsal da li gor îlona sala par 67 hezar û 349 motor lê zêde bûn, hejmara motoran bi 3 hezar û 572yan va herî zêde li Qonyayê zêde bû, li pey Qonyayê jî Manisa (2 hezar û 560), Îzmir (2 hezar û 515) û Denîzlî (2 hezar û 327) di rêza zêdebûnê da cî girtin.
Ji îlonê pê va 10 bajarên ku herî zêde motor lê hene wiha ne:
Bajar | Hejmara motoran (heb) |
Manisa | 79.868 |
Qonya | 79.538 |
Balikesîr | 58.498 |
Îzmir | 58.290 |
Bûrsa | 57.665 |
Enqere | 49.463 |
Edene | 48.091 |
Samsûn | 48.018 |
Denizlî | 45.456 |
Antalya | 43.180 |
| Tevahiyê gişkî | 1.673.732 |