01 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2016
ÎSTANBUL
Li gor daneyên Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê, îxracata meha îlonê li gor heman meha sala par ji sedî 0,8 kêm bû û dakete 10 milyar û 451 milyon û 720 hezar dolarî.
Li gor daneyên Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê (TÎM), îxracata meha îlonê li gor heman meha sala par ji sedî 0,8 kêm bû û dakete 10 milyar û 451 milyon û 720 hezar dolarî.
TÎMê daneyên îxracata meha îlonê eşkere kir.
Li gor vê îxracata meha îlonê li gor heman meha sala par ji sedî 0,8 kêm bû û dakete 10 milyar û 451 milyon û 720 hezar dolarî. Di 9 mehên ewil da li gor heman dema sala 2015an ji sedî 2,7 kêm bû û qasî 95 milyar û 746 milyon û 224 hezar dolarî îxracat hat kirin.
Di 12 mehên dawîn da îxracat li gor heyama beriya vê ji sedî 4,3 kêm bû û dakete 130 milyar û 921 milyon û 345 hezar dolarî.