Tetîla havînê ya xwendekaran dawî dibe û 16 milyon û 400 hezar xwendekar û 873 hezar mamoste di 15ê îlonê de ew ê dest bi serdema nû ya perwerdeyê bikin.
Di serdema nû ya perwerdeyê ya 2014-2015an de milyonek û 65 hezar xwendekarên pêşdibistanê, 5 milyon 645 hezar xwendekarên dibistana seretayî, 5 milyon û 90 hezar xwendekarên dibistana navîn, 4 milyon û 600 hezar xwendekarên lîseyê bi tevahî 16 milyon û 400 hezar xwendekarê dest bi perwerdeyê bikin.
Li bendê ne ku di serdema perwerdeyê ya 2014-2015ê de milyonek û 290 hezar û 770 xwendekarên pola yekemîn bên qeydkirin.
Di serdema nû de ji xêncî 873 hezar û 747 mamosteyên ku dixebitin 40 hezar mamosteyên din jî yê bên hildan.
Li gor salnameya akademîk a Wezareta Perwerdeya Neteweyî, serdema ewil di 15ê îlonê de ew ê dest pê bike û di 23 yê rebendana 2015an de biqede.
Serdema duyemîn jî ew ê di 9ê sibata 2015an de dest pê bike û di 12ê hezîrana 2015an de dawî be.