ANKARA
Welatên G20î yên ku di navê de welatên mîna DYA, Japonya, Almanya û Tirkiye hene, aboriyeke biqasî 60 trilyon dolarî bi rê ve dibin. Reqamên îstixdam, firehbûn, bêkarî û dahata neteweyî yên welatên navborî li hemû piyaseyên cihanê ji nêz va tên şopandin.
Li gorî pêzanînên ku peyamnerê AAyê ji daneyên Bankeya Dinyayê, Neteweyên Yekbûyî û OECDyê berhev kirin, di G20a ku welatên pêşketî û yên ku bipêş dikevin tê da cî digirin de DYA, Japonya, Almanya, Îngiltere, Fransa, Îtalya, Kanada, Tirkiye, Arjantîn, Awistralya, Brezîlya, Çîn, Endonezya, Hindistan, Rûsya, Meksîka, Koreya Başûr, Efrîqaya Başûr, Erebistana Siûdî û wekî sazî jî Yekîtiya Ewropayê hene.
Di nava 19 welatên G20î de di warê dahata neteweyî ya ku dikeve serê mirovekî de Awistralya bi 61 hezar û 887 dolarî va di rêza ewil da cî digire. Dahata neteweyî ya ku dikeve serê mirovekî li DYAyê 54 hezar û 629 dolar, li Kanadayê 50 hezar û 271 dolar, li Almanyayê 47 hezar û 627 dolar û li Îngiltereyê jî 45 hezar û 603 dolar e.
Di warê dahata neteweyî ya ku dikeve serê mirovekî de Hindistan bi hezar û 595 dolarî va dê rêza herî dawiyê de ye û balê dikişîne. Di vê kategoriyê de Tirkiye, bi 10 hezar û 529 dolarî va di nava welatên G20î da di rêza 14emîn da cî digire.
Welatên G20î aboriya biqasî 60 trilyon dolarî bi rê ve dibin. Di warê Dahata Neteweyî ya Nesafî (DNN) de bi 17 trilyon û 419 dolarî va DYA di rêza yekemîn de cî digire. Li pey DYAyê, bi 10 trilyon û 36 milyar dolarî va Çîn, bi 4 trilyon û 601 milyar dolarî Japonya û bi 3 trilyon û 852 milyar dolarî va jî Almanya tê.
Tirkiyeya ku dahata wê ya neteweyî 800 milyar dolar e, di nava welatên G20î da dê rêza 17emîn de cî digire, di rêza herî dawiyê de jî bi 746,2 milyar dolarî Erebistana Siûdî û bi 349,8 milyar dolarî va jî Efrîqaya Başûr tên.
- Tirkiye di warê firehbûnê de dê rêza pêncên ewil de cî digire
Par di nava welatên G20î da yên ku DNNya xwe herî zehf zêde kirin bi 7,4ê va Çîn û Hindistan bûn. Li pey van welatan Erebistana Siûdî (3,5) û Koreya Başûr (3,3) tên. Tirkiyeyê jî bi 2,9 performansa xwe va ket rêza 5emîn.
- Bêkarî madeya herî girîng a rojevê ye
Di G20î de rêjeya herî kêm a bêkariyê ya Japonyayê ye. Li Japonyaya ku 3yemîn mezintirîn aboriya cihanê ye rêjeya bêkariyê ji sedî 3,4 e. Li pey Japonyayê, Koreya Başûr (3,5) û Meksîka (4,5) tên.
Beriya Efrîqaya Başûr a ku rêjeya bêkariyê ya herî bilind (25,5) lê ye, Îtalya (11,8), Herêma Ewroyê (10,8) û Fransa (10,3) tên. Li Tirkiyeyê jî rêjeya bêkariyê ji tîrmehê şûnde bû 9,8.
Li DYAya ku xwedan mezintirîn aboriya dinyayê ye jî, rêjeya bêkariyê piştî krîza 2008an vir ve cara ewil di cotmehê de dakete ji sedî 5an. Li Çîna ku duyemîn mezintirîn aboriya dinyayê ye jî rêjeya bêkariyê di asta 4,05ê da ye.
- Navenda veberhênana rasterast Çîn e
Par 635 milyar dolar veberhênan rasterast kete welatên G20î. Baregeha berhemdana cihanê Çînê 128 milyar û 500 milyon dolar veberhênana rasterast bal xwe ve kişand û di rêza yekemîn de bi cih bû. Tirkiye jî bi 12 milyar û 146 milyon dolarî va di rêza 16an de ma.
- Di xerckirina enerjiyê de DYA li zîrveyê ye
Di nava welatên G20î de di warê xerckirina enerjiyê de DYA bi 19 milyon warêl neft a xerckirina rojane va li zîrveyê cî digire û bi vî hawî ji sedî 20ê xerckirina kurewî bi tena serê pêk tîne. Li pey DYAyê Çîn (ji sedî 12), Hindistan (ji sedî 4) tên. Li Tirkiyeyê jî rojane 700 hezar warêl neft tê xerckirin û di nava welatên G20î de jî di rêza 18emîn de cî digire.
- Ji sê kesan dudu li welatên G20î dijîn
Beşeke girîng a nifûsê cihanê li welatên G20î dijîn. Ji dawiya sala par pê ve nifûsê cihanê 7 milyar û 260 hezar û 652 kes e. Li welatên G20î 2 ji 3yan nifûsê cihanê dijî.
Di nava welatên G20î de welatê herî qelebalix bi milyarek û 364 milyonî va Çîn e. Li pey Çînê, bi milyarek û 295 milyon nifûsî va Hindistan, bi 318,8 milyonî va DYA, bi 254,4 milyonî va Endonezya û bi 206 milyonî va jî Brezîlya tên. Di nava welatên G20î de welatên ku xwedan nifûsê herî kêm e bi 23,4 milyonî va Awistralya ye.
- Li welatên G20î heyama emrê merivan
Li gorî daneyên par, li welatên G20î heyama emrê merivan wiha ye; Fransa, Îtalya û Japonya 83 sal, Awistralya û Britanya 82 sal, Kanada, YE, Almanya û Koreya Başûr 81 sal, DYA 79 sal, Meksîka 77 sal, Arjantîn û Erebistana Siûdî 76 sal, Çîn û Tirkiye 75 sal, Brezîlya 74 sal, Endonezya 71 sal, Rûsya 70 sal, Hindistan 66 sal û Efrîqaya Başûr 56 sal.