ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Rûsyayê di çerçoveya Lûtkeya G20an de hevdîtinên xwe didomînê. Erdogan duh bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama (DYA) re hate bal hev û hat ragihandin ku Erdogan dê îro jî bi Obama re hevdîtinekê pêk bîne. Ji bilî vê Erdogan dê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mûn û Şansolyeya Almanyaya Federal Angela Merkel re jî bê bal hev.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan duh derket pêşberî endamên çapemeniyê û diyar kir ku bi Obama re hatine bal hev û dê sibê (îro) jî dîsa bicivin. Erdogan îro jî piştî hevdîtinan wê civîna çapemeniyê li dar bixe û raya giştî agahdar bike.