ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe de got: "Ji roja avakirina Neteweyên Yekbûyî heta niha di pergalên navneteweyî de gelek guherîn çêbun û ev jî nîşan dide ku di NYê de jî guherîneke mezin hewce dike. Ji bo ku ji pirsgirêkên bingehîn yên roja îro re çareserî bên dîtin divê saziyên NYê jî biguherin û li gor îro bên amadekirin."
Erdogan bi minasebeta 24ê Cotmehê Roja Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser malpera Serokomariyê peyamek belav kir û 69mîn salvegera NYê ya ku di damezrandina wê de Tirkiyeyê jî cih girtibû pîroz kir.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di rojeva NYê de ji koçberiyê bigrin heta guherînên hewayî ji wê bigirin heya aştî û ewlehiya nav dewletan û ji wê jî bigirin hetanî gelek tiştên din wek rêxistineke navneteweyî ji NYê tên pirsîn û ev der li çar aliyê dinyayê wek cihê çareseriyê tê qebûlkirin.