STRELNA
Serokwezîr Erdogan, der barê pêvajoya çareseriyê de diyar kir ku daxuyaniyên çiyê û siyasiyan ne yek e û wiha dewam kir: "Lewma em ê guh nedin wan û em ê li karê xwe binêrin. Em ê li ser pîlana xwe dewam bikin. Em di biryarên xwe de samîmî ne û em ê li ser biryarên xwe bisekinin. Lewra divê Tirkiye zû bi zû ji vê belaya terorê bifilite."
Erdogan, der heqê Sûriyê de jî got ku komkujiya ku rejîma Sûriyê li ser gelê xwe kir ji aliyê rêber û serokên ku beşdarî lutkeya G20ê bûn ve tê şopandin. Erdogan, got tê gotin ku mudaxeleya li ser Sûriyê hewce ye lê ji bo hûrgiliyên operasyonê Rapora Mîsyona Neteweyên Yekbûyî girîng e.