Önder Beyter
09 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
Çardehemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di çarçoveya jêpirsîna "Di Selam Tewhîdê de Dafik" de îdianameya ku ji bo 122 gumanbaran hat amadekirin, qebûl kir. Ji Gumanbaran Fethullah Gulen, Emre Uslu û midûrê ewlehiyê yê berê Yurt Atayun fîrarî ne û tevî serpelên wezîfedar 55 kes jî girtî ne.
Çardehemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê lêkolîna xwe ya li ser îdianameya 10 hezar û 529 rûpelî kuta kir.
Heyeta dadgehê ya ku îdianame qebûl kir, ji bo gumanbarên girtî Ali Fuat Altintaş, Aytekin Koçak, Baycan Gorucu, Bekir Enes Ari, Bekir Karataş, Berkant Aydin, Ensar Dogan, Erdal Turna, Erhan Kortek, Erkan Unal, Gafur Ataç, Gokhan Bakişkan, Gultekin Menge, Hakan Gençer, Hakan Kaplan, Halil Alp, Halil Îbrahim Kose, Hayati Ozcan, Huseyin Ozmen, Îbrahim Arslan, Îdris Karaçizmeli, Îsa Ardiç, Îsmail Onder Ata, Îsmail Yaliniz, Kurşat Durmuş, Mahmut Ozcan, Mehmet Firat, Mehmet Işik, Mehmet Kiliç, Mehmet Kuru, Mehmet Mustafa Yardimci, Mesut Çelik, Muhammed Kaya, Muhammed Yasin Akyar, Murat Çobanoglu, Mustafa Kayikçi, Mustafa Uyanik, Mucahid Gokoglu, Necati Arslan, Oguzhan Ceylan, Orhan Şahin, Osman Ozgur Açikgoz, Omer Kose, Onder Kir, Ramazan Avşaroglu, Selman Yuyucu, Serdar Bayraktutan, Serhat Taner Dogan, Sezai Akyuz, Sinan Karataş, Vedat Sadak, Yemliha Kale, Yurt Atayun, Yusuf Yolcu û Ziya Yalabuk biryara berdewamkirina halê wan ê mewcûd da.
Heyeta dadgehê der heqê şikberên fîrarî Fethullah Gulen û Emre Uslu yên ku di çarçoveya lêpirsînê de ji bo wan biryara girtinê hatibû derxistin de biryar da ku werin girtin û herwisa xwest ku ji bo heman kesan bultena sor were derxistin.
Heyeta dadgehê bi yekdengî biryar da ku danişîna ewil a dozê di 1, 2, 3, 4 û 5ê Sibata 2016an de were kirin.