01 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Piyaseyên nava welat di rojên vê axiriyê da ber bi pozîtîfê veguherîn û herwiha veberênerên borseyê jî di meha rêbendanê da ji sedî 10,4 bi navîna dahatê va li gorî 3 salan meha herî sûdmend derbas kirin.
Li Borse Stenbolê endeksa BIST 100ê bi berzbûna xwe ya vê axiriyê va dawî li trenda berjêrbûna demdirêj a ku ji rêbendana 2015an vir va berdewam e, anî û herwiha kûrên dovîzê û faîz jî berjêr dibe.
Borseya ku di meha rêbendanê da ji sedî 10,4 bi navîna dahatê va ji veberhênerê xwe ra bû sûdmend, berzbûna xwe ya ji adara 2014an vir va derxist holê.
Analîstan daxuyand ku piştî bûyerên neyînî û notên kêm ên ku saziyên navneteweyî yên ku dereceya krediyan didin ji bo Tirkiyeyê hêviyên negatîf qediyan û pêvajoya erênî dest pê kir.
Analîstan got ku endeksa 100 a BISTê dibe ku asta 90.000 derbas bibe û evê nebe suprîz.
Analîstan destnîşan kir ku bi hatina veberhênanên biyanî ve kurên dowîzê daketin û di Borseya Stenbolê de stendinên net xurt bûn.
Analîstan ji bo daketina kûrên dolar gotin ku belkî bikeve navbera 3,50 û 3,60 lire.
- Faîza 10 salan ev du meh e ket
Analîst texmîn dikin ku eger polîtikaya Banqeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) neguherîne wê kûrên dowîzê cih da bimînin.
Analîstan dîsa got ku ferqa faîze tehwîlan ya 5 salan û faîza repoyan ji 12yê çileyê paşîn heta niha paşve diçe.
Analîstan destnîşan kir ku faîza tehwîlan ya 10 salan jî heta niha ev du meh e daketiye.