Abdullah Tel
2018 ж. 02 ақпан•Rojanekirin: 2018 ж. 03 ақпан
NEW YORK
Şirketa teknolojiyê Appleya navenda wê li Amerîkayê ye ragihand ku di çaryeka heyama cotmeh-kanûn a sala borî da dahata wê gihîşt 88,29 milyar dolarî lê firotina iPhoneê kêm bû.
Di daxuyaniya Appleyê da hat gotin ku dahata vê heyamê li gor heman heyama par ji sedî 12,7 zêde bû û gihîşt 88,29 milyar dolarî. Şirketa Appleyê di tarîxa xwe da cara ewil e ku di çaryekekê da evqas pere qezenc dike.
Şirketê di çaryeka ewil a sala 2017an da 78,35 milyar dolar qezenc kiribû.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di nav modelên iPhoneê da heta niha ya ku herî zêde hat firotin iPhone X e ku di meha sermawezê da derketibû bazarê.
- Firotina iPhoneê sal bi sal daket
Di bîlançoya Appleyê da firotina iPhoneê sal bi sal daket. Di heyama cotmeh-kanûn a sala 2016an da 78,3 milyon lê di heman heyama sala 2017an da ji sedî 1,3 daket û 77,3 milyon heb hatin firotin.