Önder Beyter
2018 ж. 30 қаңтар•Rojanekirin: 2018 ж. 31 қаңтар
ANKARA
Dinya wê sibê bi şev temaşeyî rûgirtina heyvê ku bi vê yekê ra heyv sor xuya dike û dîmena "Superheyva Hêşîn" ya ku ji "Heyva Super" û "Heyva Hêşîn" pêk tê, bike.
Di daxuyaniya Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) da hat ragihandin ku piştî 2015an cara ewil wê sibê bi şev rûyê heyvê were girtin.
Dema ku Dinya dikeve navbera Tav û Heyvê û ev hersê jî li ser xetekê rêz dibin, Heyv bi temamî dikeve keresiya Dinyayê û di encamê da rewşa ku wekî Rûgirtina Heyvê tê pênasekirin derdikeve holê.
Ji ber ku li ser vê xetê tîrêjên Tavê nagihîjîn Heyvê, Heyv bi tenê bi şewqa ku ji Dinyayê reng vedide ronî dibe û ji ber vê yekê jî Heyv sor xuya dike. Fezanas, navê "Heyvdexwîn" li vê rewşê dikin.
Ji hêla din va, "Heyva Hêşîn" ku di nava mehekê da wê cara duduyan bibe Heyveron û "Heyva Super" ku dema Heyv herî zêde nêzîkî dinyayê dibe, mezin tê xuyakirin û loma wekî super tê tewsîfkirin jî wê di heman şevê da pêk werin.
Ev dîmena sêcure herî dawîn di 1982yan da derketibû holê.