Artêşa Îsraîlê daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Bi armanca ku gelê Îsraîlê di nav jiyaneke ewle de bijîn, bi navê Xeta Parastinê li dijî Xezeyê operasyon didome. Di vê çarçoveyê de operasyona ku ji bejahiyê ve tê kirin, dê berfirehtir bibe û hêzên taqwiye dê destekê bidin operasyonê."
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî li ser hesabê xwe yê înternetê daxuyanî da û wiha got: "Bi mebesta ku derbe li bingeha terora li Şerîda Xezeyê bikeve, operasyona 'Xeta Parastinê' dê berfireh bibe."
Di 7ê tîrmehê de Îsraîlê li dijî Xezeyê bi navê "Xeta Parastinê" dest bi operasyonê kiribû. Piştî vê operasyonê şeva pêncşemê jî dest bi operasyonên bejayê kiribû.
Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de hejmara miriyên filistînî derketibû 358an, hejmara birîndaran jî bûbû 2 hezar û 685an.