Li Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê, ji bo 30yemîn salvegera mirina derhêner Yilmaz Guney fîlmên kin hatin nîşandan.
Wezareta Çandê jî piştgirî da vê çalakiyê û di roja ewil de 4 filmên kin hatin nîşandan.
Di çalakiyê de filma kin a bi navê First Story (Çîroka Yekem) a derhênerê wê Dana Kerîm e, filma kin a herî baş hat hilbijartin.
CDyên ku di tê de belgefîlma ku behsa jiyana Yilmaz Guney dike û filmên wî yên Dîwar, Rê û Lorî di tê de ne hatin belavkirin.
Hat ragihandin ku çalakî dê sibê jî dewam bike û 5 fîlmên kin jî dê sibê bên nîşandan.