Li Gurpinara navçeya Wanê zarokeke bi navê Nehîr, 15 roj in ku winda ye û lê digerin.
Xebatên lêgerîna Nehîr Aslanê didomin. Aslana ku li taxa Kirkgeçîta li ser navçeyê dijî, 15 roj berê li ber mala xwe winda bû.
Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, Tîmên Xilaskirinê yên Medîkal ên Neteweyî (UMKE), Midûriyeta Rewşa Acîl û Afadê ya Bajêr, parêzvan û welatî ji roja ku Aslanê winda bûye heta niha lê digerin. Lê belê ji bilî pêlavên wê heta niha tiştekî wê peyda nekirin.