Tê îdiakirin ku Hûsiyan Serokomarê Yêmenê Ebdûrabbû Mansûr Hadî di malê de heps kir û nahêlin derkeve derve.
Medya û çapemeniya welêt li gor agahiyên ku spartin çavkaniyên Serokomariyê îdia kirin, Serokomar Hadî di avahiya xwe ya li ser Kolana Sîttînê ya ku li paytext Sanayê ye ji hêla Hûsiyan ve hat hepskirin.
Hat ragihandin ku serbalyozên Yekîtiya Ewropayê, nûnerên û serbalyozên Konseya Hevkariya Xalîçê jî xwestin ku bi Serokomar re hevdîtinê bikin lê ji wan re tu bersiv nehat dayîn.
Nûnerên mîsyonên biyanî jî îdia dikin ku Hadî li avahiya xwe di bin çavdêriya Hûsiyan de di hepsa malê de ye.
Kesên ku li ji ber avahiya Serokomariyê derbas bûbûn jî şahidî kirin ku li derdora avahiyê tu parêzvanên Serokomariyê tunene.
Ji hêla din ve li ser medya civakî û hin malperên înternetê jî hat gotin ku Hadî "reviya başûr", "çû warê xwe Lahîcê û yan jî çû Adenê."