KERKÛK
Rêbeja Bexda-Kerkûkê ku ji ber şerê li Iraqê nêzî 3 meh berê hatibû girtin, ji nû ve ji trafîqê re hat vekirin.
Waliyê Kerkukê Necmettîn Kerîm di civîna çapemeniyê de got ku rêbeja di navbera her du bajaran de ji trafîqê re hat vekirin û wiha dewam kir: "Rêbeja Bexda-Kerkûkê ji ber ewlehiyê 3 meh berê hatibû girtin. Ji îro pê ve rê ji wesayîtan re hat vekirin. Bi mehan e, gelek karên fermî yên gelê Kerkûk û Hewlêrê li ser hev kom bibûn. Êdî her kes dikare bi rêbejê here Bexdayê.