BEXDA
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê girtin, li herêma El Hewseya başûrê Bexdayê 2 wesayitên bombe barkirî teqiyan û di encamê de 7 kes mirin, 23 kes jî birîndar bûn. Di teqînê de 12 wesayitên ku li cihê bûyerê bûn şewitîn.
Li başûrê rojhilata bajarê Amarayê jî 2 wesayitên bombe barkirî teqiyan û di encamê de 2 kes mirin, 50 kes jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran xedar e.
Li bajarê Bakûbayê jî teqînek pêk hat û di encamê de 5 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Hê jî tu kesî berpirsyariya bûyeran negirtiye ser xwe.