QUDUS
Li gor agahiyên ku nûçegîhanê AAyê ji kesên bûyer dîtin berhev kir, bûyer li nêzî deriyê Babûs-Sîlsîleya Mescîda Eqsayê pêk hat.
Cûma Ûsayleyê ku şêniyê wê deverê ye diyar kir ku di nav 5 salan de ev cara dûyemîn e ku erd qelişî.
Ûsayle got: "Duh êvarê erd qelişî û çaleke kûr çêbû. Ev çal him ji bo me him jî ji bo Mescîda Eqsayê xetere ye. Li vê taxê nêzî 200 kesî dijîn û ev çal herî zêde jî ji bo jin û zarokan talûke ye."
Weqfa Mîrat û Çandê ya El-Eqsayê jî dest nîşan kir ku Îsraîl li derdora Mescîda Eqsayê mebedan çêdike û nîşaneyên dînî didize. Îsraîlê bi îdiayên xebatên arkeolojîk bi dehan tûnel vekirine û dixwaze bi vî awayî Mescîda Eqsayê hilweşîne.
Ji rayedarên Îsraîlê der barê bûyerê de hêj tu daxuyanî nehatin.