XAZE
Hat ragihandin ku ji fermandarên Seriyyeyên Qûdusa ku şaxa leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ye, Salah Ebû Hasaneyn di êrîşa hewayê ya Îsraîlê de mir.
Seriyyeyên Qûdusê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku "Di êrîşa hewayê ya Îsraîlê ya li ser Xazeyê de fermandarê ji çapemeniyê berpirsyar Ebû Hasaneyn şehîd ket."
Di daxuyaniyê de der barê hûrguliyên êrîşê de agahî nehatin dayîn.