IGDIR
Li Îdirê welatiyên Sunî û Caferî ji bo erîşên ku li ser Xezeyê tên kirin protesto bikin hatin bal hev û dewleta Îsraîlê protesto kirin.
Welatiyên Sunî û Caferî piştî nimêja înêyê li Qada Şarederiyê kom bûn.
Li vir li ser navê komê Serokê Komeleya Alimên Ehlî Beytê Velî Beder daxuyanî da û got ku Sunî û Caferî birayên hev in.
Beder di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev biratî hêza xwe ji dilsojiya Xezeyê digire û wiha got:
"Em hemû birayên hev in û vê biratiyê carek din nîşan didin. Em operasyonên Îsraîlê lanet dikin. Dewletên Xrîstiyan yên ku li dijî vê zulmê dengê xwe dernaxin, bila bizanibin ku ew jî hevparên vê qetlîamê ne. "
Komê li dijî Îsraîlê dirûşm berz kirin û piştî daxuyaniya çapemeniyê belav bûn.