Abdullah Tel
2019 ж. 17 қаңтар•Rojanekirin: 2019 ж. 17 қаңтар
CAKARTA
Li Açeya eyaleta Girava Sumatrayê ya Endonezyayê erd bi lerza 5,7an hêjiya.
Saziya Jeofîzîk, Avûhewa û Meteorlojiyê ya Endonezyayê (BMKG) diyar kir ku erdhej li bakurê rojavayê bajarê Sabangê 165 kîlometre di bin erdê da qewimî.
Navenda erdhejê ji alî bakurê rojavayê bajêr bi qasî 202 kîlometre dûr bû.
Endonezya li ser xeta erdhej û çiyayên agirîn ku wekî "Çepera Xeta Agir" tê binavkirin cih digire. Di 26ê Rêbendana sala 2004an da erd bi lerza 9,1 hêjiya bû û piştî wê jî tsûnamî qewimîbû. Di wan bobelatan da 230 hezar kesî can dabû.