SUMATRA
Li rojavayê Endonezyayê di behrê de erdhejeke ku mezinahiya wê 5,9 e çêbû.
Navenda erdhejê 91 kîlometre li bakurê rojavayê girava Nîasa girêdayî Sumatraya Bakur e. Ji ber erdhejê xanî 5 saniyeyan hejiyan.
Serokê Navenda Têkiliyên Gel û Agahdariya Daneyan Sutopo Purvo Nugroho daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di erdhejê de zirar û ziyan çênebû.
Nugroho diyar kir ku welatî ji ber tirsa erdhejê ji malên xwe revîn û derketin derve lê niha rewş normal e.
Di sala 2004an de li Sumatraya girava Endonezyayê erdhejeke mezinahiya wê 9,3 bû çêbibû. Di tarixê de erdheja 3yemîn a herî mezin ev bû. Piştî vê erdhejê di Okyanûsa Hindê de tisunamî derketibû û li 14 welatên der û dorê bi tevahî 230 kes miribûn.