Dîmenên Bexdadî yê ku xutbeya îniyê dide li ser malpereka înternetê ya nêzî DÎŞIyê ve hat belavkirin.
Bexdadiyê ku heta îro rûyê xwe vedişart di xutbeya îniyê de balê dikşîne ser emr û fermanên Xwedê û dixwaze ku hukum li gor şerîetê bên kirin.
Der heqê xelîfetiya xwe de jî dibêje: "Berpirsyariyeke mezin û wazîfeyeke zor dan min."
Berdevkê DÎŞIyê Ebû Mûhammed el-Adnanî hefta borî li ser hesabê xwe yê twîtterê vîdeoyek parve kiribû û gotibû wan dewleta xîlafetê ava kiriye û Bexdadî jî wek xelîfe îlan kirin e.