19 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2016
BEXDA
Hat ragihandin ku li başurê Mûsilê di çarçoveya operasyona xilaskirinê da erdê ji 352 kîlometreqereyî pêk tê ji DEAŞa rêxistina terorê hat xilaskirin.
Serokê Teşkîlata Polêsên Federal ên Iraqê Raîd Cewdet daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku di operasyonên ev du roj in dewam dikin da hêzên polêsan li başurê Mûsilê ji DEAŞê erdê ji 352 kîlomtreqereyî pêk tê xilas kirin.
Pêşengê Haşdî Şabiya ku ji milîsên şiî pêk tê Hadî Amirî jî destnîşan kir ku milîsên şiî wê nekevin navenda Mûsilê û bi tenê hêzên artêşê û polêsên bikevin navenda Mûsilê.
Alîkarê Serokwezîr ê berê û pêşengê sûnî Salih Mutlaq jî di axaftina têlevizyonê kir da ji gelê Mûsilê ra got: "Li hemberî DEAŞê serî hildin. Tevgera li hemberî niştecihên Mûsilê divê li gor şert û mercên mafên mirovan bên kirin û herkes li gor wan şertan tevbigere."
Ji hêla din va Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî jî di civîna çapemeniyê da bal kişand ser operasyona ji bo Mûsilê dest pê kir û got ku hêzên Pêşmerge û artêş li hemberî DEAŞê pêşva çûn û di navbera artêş û pêşmerge da kordînasyon heye.