19 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2016
SARAYBOSNA
Aliya Îzzetbegovîçê ku dema li heyatê bû rastî gelek zor û zehmetiyan hat û di dawiyê da jî ji bo miletê xwe dewleteke serbixwe hişt û wek "Qralê Zana" tê binavkirin di salvegera 13mîn a mirina xwe da li welatê xwe Bosna Hersekê bi hesret tê biranîn.
Îzzetbegovîç di sala 1925an da li Bosanskî Şamats a bajarê Bosna Hersekê hat dinyayê. Seranserê Şerê Cîhanê yê Duyemîn da li hemberî îdeolojiya faşîst, paşê jî li hemberî sepandinên rejima komunîst navê xwe da bihîstin. Di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn da jî di nav teşkîlata Mladî Misilman (Ciwanên Misilman) ku xwendekarên kolej û zanîngehê yên wê demê ji bo parastina boşnakan a li hemberî qirkirina menewî û biyolojîk ava kiribûn da bi çalakî cih girt.
Qralê Zana di sala 1946an da piştî ku hat girtin heta 1949an di girtîgehê da ma. Di sala 1970yî da bi nivîsandina "Deklerasyona Îslamê" va careke din bal kişand ser xwe û di wê berhema xwe da qala têkiliya alema Îslamê û rojava kir û bal kişand ser avakirina şaristaniyeke nû.
Ji ber wê berhema xwe Aliya Îzzetbegovîç bi hinceta ku "cudaxwaziyê dike û dixwaze dewleta îslamê ava bike" tevlî 12 rewşenbîrên boşnakî va di sala 1983an da hat darizandin û 14 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Di sala 1988an da bi efûya ku hikûmeta Yugoslavyayê ji bo hemû mehkumên muxalif ên ji ber muxalefeta xwe ya bi devkî serbest hat berdan û tevlî siyasetê bû.
Îzzetbegovîç xwest ku gelê boşnak ji hîsnizmiyê xilas bike û bi vê armancê Partiya Çalakiya Demokrat (SDA) ava kir û di hilbijartina 18ê sermaweza 1990î da ku li Bosna Herseka ji şeş komarên Yugoslavyaya Berê ji wan pêk dihat yek bû da 86 parlementer qezenc kir û di meclisa ji 240 parlementerî pêk dihat da cih girt.
- Bosna Hersek serxwebûnê bi dest dixe
Slovenya, Hirvatistan piştî ku ji Yugoslavyaya Berê veqetiyan û serxwebûna xwe qezenc kirin Îzzetbegovîç jî di navberê da ma, yan wê serxwebûn bixwesta û ji bo vê berdêl bida yan jî wê di bin rêveberiya nijadî ya Serokê Dewleta Yugoslavyayê yê wê demê Slobodan Milosevic da bima.
Aliya Îzetbegovîç ji bo vê qirara zor û zehmet bi hêviya hilbijartina gelê xwe va hişt. Di 29ê Sibat-2yê Adara 1992an da ji bo serxwebûna Bosna Hersekê referandûm hat kirin. Ji sedî 64ê gel beşdarî hilbijartinê bû û ji sedî 99,4 ray ji bo erêkirina serxwebûnê hatin dayîn. Bosna Hersek a ku bi referandûmê serxwebûna xwe qezenc kir ji hêla YEyê va di 7ê Nîsanê da wek dewleteke serbixwe hat qebûlkirin.