2015 ж. 04 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 07 қазан
SARAYBOSNA
Ebdirihman Tabakovîçê 10 salî yê ku bi serkeftî ji ezmûna Komisyona Yekîtiya Îslamê ya Bosna Hersekê derbas bû û bû hafizê herî piçûk ê welêt got ku jiberkirina Qur'ana Pîroz fedakariyê dixwaze.
Ebdirihmanê ku li bajaroka Îliyaşê ya ku li nêzîkî Saraybosnaya paytext rûdinê di emrekî piçûk da Qur'ana Pîroz jiber kir û bû hafiz.
Ebdirihmanê ku li Medreseya Xazî Husrew Beg perwerdeya Qur'anê hilda daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di tetîla havînê da di piraniya wextê xwe da Qur'ana Pîroz xwend û di demên din da jî perwerdeya qereteyê hilda.
Ebdirihman diyar kir ku ji bo serkeftinê fedakarî hewce dike û wiha got: "Hafiztî fedakariyê dixwaze. Dema ku min hin sûretên Qur'ana Pîroz jiber dikir zehf di zorê da mam lê belê ji bo vê divê min dev ji hin tiştan berda. Loma ez zêde neçûm cem hevalên xwe."
Ebdirihman hê xwendekarê dibistanê yê pola 5an e lê belê ji nika va ji bo pêşeroja xwe pîlanan datîne. Ebdirihman got dixwaze ku di zanîngehê da ilmên Îslamî bixwîne û ji bo ku piştgirîdanê ji malbat, mamoste û hevalên xwe ra sipas kir.
Hamzaliya Tabakovîçê bavê Ebdirihman jî got ku ji vir 3 sal berê dema ku Qur'an hînî wî dikir ferq kir ku zû jiber dike û piştî vê qeydî qûrsa Qur'anê ya li bajarokê kir.
Tabakovîç got dema ku kurê wî li pêşiya komisyonê ji ezmûnê derbas bû zehf kêfxweş bû û wiha axivî: "Hin malbat dixwazin ku zarên wan bibin lîstikvanê fitbolê lê belê ji ber ku kurê me bû hafiz em kêfxweş in."