Di daxuyaniya artêşê de wiha hat gotin: "Ji ber ku ji Xazeyê êrîşî başûrê Îsraîlê tê kirin, Hêzên Hewayê yên Îsraîlê jî êrîşî 10 cihên ku li navenda Xazeyê û başûrê Xazeyê ne kir. Di nav van cihan de tesîsên çek tên çêkirin û cihên roketan jî hene."
Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan herî dawîn duh êvarê li Xazeyê êrîşî 3 cihan kir.
Ji aliyekî din ve berdevkê artêşa Îsraîlê serheng Peter Lerner jî li ser Twîtterê wiha got: "Serokê Sererkanê Benny Gantz diyar kir ku di nav 24 saetan de ji Xazeyê 41 fuze avêtin başûrê Îsraîlê."
Gantz wiha got: "Ji bo ku li başûrê Îsraîlê ewlehî cardin pêk bê, em ê jî bi awayekî tund bersîvê bidin. Berpirsyarê avêtina fuzeyan Hamas e."