Dinya

Lîstikvanê Îspanyol Javîer Bardem artêşa Îsraîlê şiband "Naziyan"

Muhammet Tarhan  | 22.08.2025 - Rojanekırın : 22.08.2025
Lîstikvanê Îspanyol Javîer Bardem artêşa Îsraîlê şiband "Naziyan"

Istanbul

 Lîstikvanê Îspanyol Javîer Bardem li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenê ku nîşangirekî artêşa Îsraîlê zarokekî Filistînî dike hedef, parve kir û artêşa Îsraîlê şiband "Naziyan."

Lîstikvanê Îspanyol Javîer Bardemê xelatgirê Oscarê li ser hesabê xwe yê Instagrama platforma medyaya civakî ya navend Amerîka ye, vîdeoya ku nîşangirekî artêşa Îsraîlê zarokekî Filistînî dike hedef, parve kir.

Javîer Bardem bertek nîşanî wî dîmenî da ku nîşagirê Îsraîlî qeyd dike û şabûna xwe nîşan dide û bi Îspanyolî û Îngilizî wiha got, "Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) Nazî ne. Amon Gothê di Lîsteya Schîndler da tê bîra we? Serbazekî SSyê yê sadîst bû û ji bo kêfê ji şaneşînê dîl dikuştin. Ew di nava pergaleke eskerî ya zordest da bêcezamayîna zilm û jirêzêbûna xerabiyê temsîl dike."

Bardem got ku "Îro Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) dijî gelê Filistînê heman teror û hişmendiya dûrî mirovahiyê dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.