Serokê eşîra Tirkmenan Haydar Alî Çolak di daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê de diyar kir ku ji ber ku mezinên eşîran "Alî Beşşar Halay Bek el-Abbasiyîn"ê ku herî mezinê eşîreta Tikmen a sunî ye, desthilatiya DÎŞIyê qebûl nekir û pevçûn derket. Di encamê de ji her du aliyan jî mirî û birîndar hene.
Çolak got ku ji ber pevçûnan gelek malbatên Tikmen malên xwe terikandin û ji heremê bar kirin. Malên ku vala man jî hatin şelandin.
Der barê hêjmara kesên ku di pevçûnê de mirin an birîndar bûn hêj ne diyar e.
Bajarê Telafera ku li rojavayê Mûsilê ye, li heremeke stratejîk cih digre.
Her wiha li gorî agahiyên ku ji endamekî hikûmeta Samarayê hat girtin, hêzên girêdayî artêşa Iraqê kontrola bajarokên Uveynat û el-Auce yên ku 7 kîlometrê nêzî Tikrîta navenda bajarê Selahaddînê ye, bidest xist.
Li welêt ev demek e ku pevçûn hene û valahiya otorîteyê heye. Milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û hêzên hin eşîran, digel bajarên wekî Mûsil, Tikrît, Bakûba û Telaferê navçeyên Enbarê yên wekî El-Qaîm, Rawe, Aneh, Ratbe û Hadîseyê jî bi dest xistibûn. Nêzî milyonek sivîl ji ber pevçûnan koç kiribûn. Pevçûnên di navbera hêzên ewlehî û komên çekdar ên ku serokatiya wan DÎŞI dike de didomin û artêşa Iraqê cihên ku kontrola DÎŞI û komên çekdar de ne bombebaran dike.